Di 18`ê Cotmehê 2015`an de wê hilbijartinên Parlementoya Federal a Swîssre pêk bê. Di vê Hilbijartinê de Swîssre divê biryarekê bide. Gelo emê xwe ji Ewropa û tevahiya cihanê re bigirin ? Gelo emê hew mafên kesên dewlemend û xwedî kargeh biparêzin ? Bersiva me « NA » ye. Em dixwazin bi hev re bikin û bi hev re bixwin. Divê edalet jibo herkesî be. Ne hew rewşa hinekan, ger rewşa herkesî baş be, Swîssre dikare xurt bibe.   

Jibo herkesî xaniyên erzan
Em jibo ku hemû kes dikaribin kirên xwe yên mal û kargehan bidin têdikoşin. Ji ber Spekulasyonan her ku diçe erd buha dibin, bi vê re kirê jî bilind dibin. Vê rewşa xeter emê bidine sekinandin.  

Jibo herkesî mafê hemwelatîbûnê û tevlêbûna Politîkayê
Hemû kesên li Swîssre dijîn, bacê didin û ji hemû mafên civakî sûdê verdigrin, ji ku hatibin bila hatibin, divê bibin hemwelatî, tev li polîtîkayê bibin û berpirsyariya Polîtîk bigirin ser xwe.

Ji hemû cûreyên Nijadperestiyê û Cudaxwaziyê re NA
Xerîbên li Swîssre dijîn di gelek qadan de bi nijadperestiyê re rû bi rû dimînin. Di dîtina malan de,bi çêkirina Sîxortayekê û hwd. Em li himber vê cudahiyê têdikoşin.  

Piştgiriya Navneteweyî, Aştî û Demoqrasî
Gerandina Pera û Alavan rastiyeke navnetewî ye. Lê zehmetiyên bi vê re derdikevin holê  jî rastiyek e. Li himber van zehmetiyan tekoşîn jî encax bi piştgiriyeke navneteweyî bibe. Kesên di bin zextan de û jiyana wan di xeteriyê de, divê mafê wan ê serlêdana îlticayê hebe. 

Präsident SP MigrantInnen